HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin 2020-03-20 16:40:40   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji ber şewba vîrûsa koronayê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin. HDP’ê ji bo vê serî li walîtiyê da.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, ji ber şewba vîrûsê ya korona (Kovîd-19) xwest ku malbatên ev 200 rojin bi îdîaya zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya wan tên rawestandin, bên rakirin. Rêxistina HDP’ê ji bo vê serî li Walîtiya Amedê da û xwest van malbatan ji ber rîska vîrûsê bişîne malên wan.