Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin 2020-03-20 17:06:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş diyar kir ku piştî 176 heftiyan yekem car nekarî biçe hevdîtina Demîrtaş û got: “Qawîş qerebalixin, roj tuneye, şert û mercên paqijiyê pir kêmin. Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin.” Hevjîna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye Başak Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) ku ji bo girtîgehan rîskekê mezin ava dike de, dîmenek parve kir. Başak Demîrtaş, diyar kir ku piştî 176 hefteyan yekemîn car nekarî biçe hevdîtinê û bal kişand ser şert û mercên girtîgehan.   Başak Demîrtaş, da zanîn ku rewşa heyî li holê ye û wiha got: “Ev vîrûs wê girtîgehan bide sema karesatên mezin. Qawîş qerebalixin, roj tuneye, şert û mercên paqijiyê pir kêmin. Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin.”