Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin 2020-03-20 18:15:24       WAN – Li Wanê, rêveberên HDP'a bajêr li quntarên Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin.    Li quntarên Çiyayê Erekê agirê Newrozê hat vêxistin. Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî ji ber vîrusa coronayê hatin betalkirin, rêveberên HDP'a Wanê li quntarên Çiyayê Erekê agirê Newrozê vêxistin. Hevserokê HDP'aa Bajêr Okkeş Kava jî di nav de HDP'iyan li dor agirê Newrozê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.    Kava, ji bo îşev bang li her kesî kir ku li şaneşîn û pacên mala xwe bi ronahiya telefonên xwe, bi heste, çira û findan Newrozê pîroz bikin.