Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin 2020-03-20 18:47:54   MÊRDÎN – Îsal pîrozbahiyên girseyî yê Newrozê ji ber vîrusa coronayê hatin betalkirin. Lê belê Nisêbînê bi agirên hatin vêxistin pîrozbahiyên ewil dest pê kirin. Her wiha li Dêrik û Qoserê jî agir hat vêxistin.    Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin. Ji ber vê wê îşev saet di 20.20'an de her kes li şaneşîn, pencere û banên xaniyên xwe bi ronahiyên telefon, find, çira û hesteyan Newrozê pîroz bike. Agirê ewil ê Newrozê li Taxa Zorava ya Nisêbînê hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Şêniyên taxê li erseyeke vala agirê Newrozê vêxistin û paşê çûn malên xwe.    Her wiha agirê Newrozê yê li Qamişloya ji hêla Nisêbînê ve hat xuyakirin û welatiyan jî bi tilîliyan piştgirî da prîozbahiyê.    Li Qoserê jî welatiyan zû dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Esnafan li ber dikanên xwe di hundirê tenekeyan de agir vêxist. Li Dêrikê jî şêniyên mezrika Kelekê yê gundê Şêba Jêr jî agirê Newrozê vêxist. Welatiyên çûn serê gir û agir vêxistin û paşê çûn malên xwe.    Wê saet di 20.20'an de welatî li şaneşîn, pace û ser banên xaniyên xwe Newrozê pîroz bikin.