Agirê Newrozê li gundan geş dibe 2020-03-20 18:51:39   MÊRDÎN - Li Gundê Hêşeriyê yê Qoserê Agirê Newrozê geş dibe. 2 roj berê ciwanan li ser Girê Hêşeriyê Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kir. Niha jî bi sedema vîrûsa corona her malbat li ber deriyên xwe Agirê Newrozê geş dike û Newrozê pîroz dike. Zarok pêşengiya Newrozê dikin.    Newroz îsal ji ber vîrûsa corona ku li hemû cîhanê û Tirkiyeyê belav bûye bi girseyî û mîtîngan nayê pîrozkirin. Ji ber vê yekê KCD, HDP, DBP û rêxistinên demokratîk ku her sal pêşengiya mîtîng û şahiyan dikir îsal biryar dan ku ji bo tenduristiya civakê dê mîtîngan li dar nexin û Newrozê bi girseyî pîroz nekin. Li ser vê yekê hat xwestin ku her kes Newrozê li malên xwe pîroz bike. Li Gundê Hêşeriyê yê Qoserê jî 2 roj berê li ser Girê Hêşeriyê komek ciwan starta Newrozê dan û Agirê Newrozê geş kirin. Niha jî malbat bi malbat di pêşengiya zarokan de Newroz tê pîrozkirin. Li Gundê Hêşeriyê çend dîmen ji pîrozbahiya Newrozê ya malbatî ku zarok pêşengiya wê dikin.