Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin 2020-03-20 18:56:47     ŞIRNEX - Li Bêşebabê hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîlî winda bibûn. Piştî 69 rojan cenazeyê Şîmonî Dîrîla keldanî li nêzîçemê li jê ra gund hat dîtin.    Li gundê Mehrî yê Bêşebaba Şirnexê di 11'ê Çileyê de hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîlî winda bibûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl a keldanî hat dîtin.   Cenazeyê Şîmonî Dîrîlê piştî 69 rojan li nêzî çemê gund hat dîtin. Ji bo wergirtina cenaze dozger çû cihê bûyerê û tê payîn ku otopsiya cenaze bike.    Ji ber ku li gund şebeke nakişîne, agahiyên berfireh bi dest neketin.