Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin 2020-03-20 21:53:53       NAVENDA NÛÇEYAN – Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatibûn betalkirin. Lê belê welatî saet di 20.20'an de li şaneşîn, pace û li ser banên xaniyên xwe Newrozê pîroz dikin.    Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatibûn betalkirin. Lê belê li ser banga HDP'ê welatî saet di 20.20'an de li şaneşîn, pace û li ser banên xaniyên xwe di dirûşmeya "Newroz li her derî ye" Newrozê pîroz dikin.    Li Amed, Mêrdîn, Wan û li gelek deverên din welatî agirê Newrozê vêxistin û li şaneşîn, pace û li ser banên xaniyên xwe bi heste, ronahiyên telefonan, bi findan û bi tilîlî, pîspîsk û çepikan Newroz pîroz kirin.    AGIRÎ   Li navçeya Panos a Agiriyê li gelek tax û gundan agirê Newrozê hat vêxistin. Li gundê Kizkapan ê Panosê ciwan hatin cem hev du û agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan xwe di ser agir re çeng kir û fîşekên hewayî teqandin.    EDENE   Li navçeya Seyhan û Yuregîr a Edeneyê li taxên Daglioglû, Gulbahçe, Şakîrpaşa, Denîzlî, Kuçukdîkîlî, Barbaros, Hurriyet, Gulpinar û Kîremîthaneyê jî ciwanan bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Saet di 20.20'an de li hemû taxan di heman wextî de fîşekên hewayî hatin teqandin. Ciwanan dirûşmeyên "Bijî Newroz" berz kirin. Jinan jî bi tilîliyan Newroz pîroz kir.    ÊLIH   Gelê Êlihê jî li hemû taxan bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Her wiha li hin taxan jî ciwan agirê Newrozê vêxistin. Li gel vê hin welatiyan jî ronahiyên malên xwe vêxistin û temiranin û bi quşxaneyan deng derxistin.    WAN   HDP'ê jî li baxçê avahiya partiyê bi awayekî sembolîk agirê vêxist û Newroz pîroz kir. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tev li pîrozbahiyê bû. Ciwanan li avahiya partiyê meşale vêxistin û dirûşmeyên "Bijî Newroz, Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser vê polîsa hatin ber avahiya partiyê û anons kirin ku ciwan belav bibin.    HDP'iya jî xwe di ser agirê Newrozê re çeng kir û pîrozbahî bi dawî kirin.