Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir 2020-03-20 22:17:31   STENBOL - Li Stenbol, Kocaelî û Tekîrdagê welatî li şaneşîn, pace û li ser baniyên xaniyên xwe bi dirûşmeya "Newroz, aştî, azadî û jiyaneke birûmet" Newroz pîroz kirin.    Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî hatibûn betalkirin. Lê belê li ser bangawaziya HDP'ê îro welatî saet di 20.20'an de li şaneşîn, pace û li ser banên xaniyên xwe bi ronahiya kifrît, meşale û bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kirin.    Li Taxa Gulsûyû ya navçeya Maltepe ya Stenbolê welatî bi fîşekên hewayî û meşaleyan Newroz pîroz kirin. Dû re li dor agirê ku vêxistin govend gerandin û agir vêxistin. Welatiyan dirûşmeyên "Bijî Newroz, Bijî Serok Apo" berz kirin.    JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN HER KES LI ŞANEŞÎNA NEWROZ PÎROZ KIR    Li Taxa Haciahmet a navçeya Şîşliyê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Welatî li şaneşîn, pace û li ser baniyên xaniyên xwe Newroz pîroz irin. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan welatî li şaneşînên xaiyên xwe bi tawe û quşxaneyan deng derxistin. Her wiha welatiyan ronahiyê malên xw evêxistin û tefandin û hinan jê jî bi tilîliyan Newroz pîroz kirin.    Rêxistina Navçeyê ya Sûltangaziyê jî li avahiya xwe ya li Taxa Gaziyêê bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kir. Welatiyan di pîrozbahiyê de agir vêxistin û find pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Navçeyê Zubeyde Înce axivî û got: "Newroz jiyan e. Kawayê Hesinkar 612 sal berê li dijî Dehqaê zalim agirê vêxist. Newroz apêta ku Mazlûm gur kiriye. Newroz, aştî, azadî û jiyaneke birûmet e."    Pîrozbahî bi govendgerandinê û çepikan bi dawî bû.    Li navçeyên din ên Stenbolê û li Kocaelî û Tekîrdagê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.