Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye 2020-03-20 22:45:25 QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê vîrusa coronayê de vedîtineke nû ragihand. Desteyê ragihand ku tevî peymangeha PIS a Swêdê vedîtineke nû dîtine ku di demeke kurt de vîrusa coronayê teşxîs dike.    Îro Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê li hola civînan li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de tecrubeya ku dikare nexweşiya vîrusa coronayê di demeke kurt de teşxîs bike hat ragihandin. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PIS a Swêdê bi hevkarî kît dîtine.    Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: "Bi belavbûna vîrusa coronayê li tevahî cîhanê û rewşa metirsiyê re laboratuarên cîhanê bi lez hewl didin vîrusê zû teşhîs bikin û dermanan jê re bibînin."   Di civînê de Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî kadroyên wê tevî derfetên kêm û rewşên ku tê re derbas dibin, hewl daye li dijî vîrusa ku gefan li tevahî mirovahiyê dixwe tev bigere.   Mistefa, ragihand ku piştî xebata hevpar û bênavber a Desteya Tenduristiyê û peymangeha PIS a Swêdê vedîtineke nû di laboratuarên xwe de dîtine û got: "Bi rêya tîma xebata pispor û diyarkirî, me karî gelek tecrube û lêkolînan bikin ku bi encamên pir baş pêk hatin, her wiha dê ev encam piştevaniya dorpêç û serweriya li vîrusa coronayê ya xeternak û kujer bike."   Mistefa, diyar kir ku ew gihîştin tecrubeya “KÊD” ku dikare nexweşên vîrusa nû demeke pir kurt de teşxîs bike. Her wiha ev vedîtin berhema xebata hevkar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser û peymangeha PIS a Swêdê ye. Heta niha tu kes negihîştiye vê KÊD’ê ku dikare nimûneyekê ji belxema kesên nexweş bibe û test bike. Ev vedîtin û KÊD encama dawîn a lêkolînên hevpar e û hevrikeyeke li ser asta tevahî cîhanê ye ku heta niha negihîştine vê encamê. Ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wohan a Çînê hatin tecrubekirin, her wiha encamên wê ji sedî 80 heta 85 erênî bûn."   Herî dawî Mistefa got: "Cudahiya vê tecrubeyê ew e ku dikare bertekên ku di xwîna spî (spîgilorik) ya di laşê mirov de ber bi tiştekî biyanî de dilive, binase, her wiha tê de tu madeyên kîmyewî yên zirarê bigihînin mirov tune ne û tu zirarê nagihîne hewayê jî, bi wateyeke din ewle ye."