Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670 2020-03-20 23:27:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 670 û hêjmara kesên ji ber vîrusê mirine jî bûye 9.   Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona dikevin her roj qat bi qat zêde dibin. Hejmara kesên bi şewba vîrusa coronayê ketine ji 359 kesan bû 670 kes. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 670 û hêjmara kesên mirine jî bûye 9.