Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê 2020-03-20 23:39:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî Cejna Newrozê pîroz kir û got: "Bi mizgîniya yekitiya ku dê hêviyên gelê me pêk bîne em derbasî sala nû dibin."   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek parve kir. Ebdî, bi peyama xwe Cejna Newrozê pîroz kir û got: "Hemû Newroz û gelê me bi xêr û silamet be. Ez hêvî dikim ku sala me ya nû sala aramî, serkeftin û yekitiyê be. Bi mizgîniyên yekitiyê ku dê hêviyên gelê me pêk bîne em derbasî sala xwe ya nû dibin. Însyatîfa me gelek pêşketin qezenc kir, em li benda mizgîniyên ku layiqî rihê Newroz û şehîdên azadiyê ne."