Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin 2020-03-21 09:06:50 AMED - Metirsiya ku vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiyê belav bibe zêde dibe. Malbatên girtiyên nexweş ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê bang li rayedaran kirin û xwestin di destpêkê de girtiyen nexweş û hemû girtî tavilê werin berdan. Vîrûsa koronayê ku hemû cîhanê kiriye bin bandora xwe, li Tirkiyê jî belav dibe. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê bi 670 kesî re vîrusa koronayê hatiye dîtin û 9 kesan jî ji ber jiyana xwe ji dest daye. Li aliyekî vîrûsê belav dibe û li aliyekî jî bergiriyên hikumetê eşkere dike kêm tên dîtin û dibin sedema bertekan. Yek ji cîhên ji ber vîrûsê herî bi fikar jî girtîgeh in. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene.    Malbatên girtiyên nexweş ên Siddik Guler, Mehmet Emîn Ozkan û Azîz Ok derbarê metirsiya şewba vîrûsa koronayê de diyar kirin ku ji rewşa girtîgehan bi fikarin û ji ber ku di girtîgehan de xetereya belavbûna vîrûsê heye divê demildest di serî de girtiyên nexweş û hemû girtî werin berdan.    ‘JI BER NEXWEŞ E, NIKARE BI TENÊ BIJÎ’   Girtiyê 80 salî Siddik Guler ku 21 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bike. Guler, di sibata 1994’an de bi sûcdariya “Yekitiya dewletê xira kiriye" tê girtin. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2004’an de hat berdan. Ji heman sûcî di sala 2009’an de dîsa hat girtin û hêj girtî ye. Guler di van 21 salan de 10 caran ji girtîgehan hatiye sirgûnkirin.    Keça Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wiha got: “Bavê min piştî kete girtîgehê nexweşî pê re peyda bûn. Nexweşiya dil pê re heye, ji ber wê du caran anjiyo bûye. Nexweşiya kronîk a bayê pê re heye. Carekê ji çavên xwe jî emeliyat bûye. Yekî temenê wî 80 salî û nexweş çawa li xwe binêre?"   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ HEMÛ WERIN BERDAN’   Guler da zanîn ku di hevdîtinên vekirî de bavê wê bi girtiyên FETO’yê re derdixin û wiha got: “Bavê min ji ber ku nexweşiyên kronîk pê re hene ev vîrûs ji wî re xeter e. Jixwe ev şewb bandorê li ser kesên extiyar dike. Di girtîgehan de jî şert û mercên ku li wan binêrin tune ne. Ji ber çûn û hatina girtîgehê pir e dê bandoreke zêdetir li ser wan çê bibe. Ji ber vê yekê rojekê beriya rojekê dixwazim bavê min û girtiyên wek wî yên nexweş hemû werin berdan. Cihekî wekî Îranê jî girtî berdan. Ji ber vê dixwazim girtî bi giştî werin berdanê. Çareseriya vê nexweşiyê tune ye. Banga me ji rayedarên dewletê heye ku girtîgehan vala bikin û çareseriyekê bibînin.”   ‘BAVÊ MIN BI ALIKARIYA BIRÊ MIN DIKARE BIAXIVE’   Girtiyê nexweş ê 80 salî Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) jî bi angaşta têkiliya wî bi kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hat kuştin heye û 23 salin girtî ye. Ozkan heta niha li 7 girtîgehan maye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bi kurê xwe Ahmet Ozkan re dimîne. Tevî ku rewşa nexweşiya Ozkan girane jî nayê berdan.    Keça Ozkan, Selma Ozkan jî diyar kir ku di 16’ê adarê bi telefonê bavê xwe re axiviye û wiha got: “Bavê min bi alîkariya birê min yê ku li cem wî dimîne dikare biaxive, guhên wî baş nabihîsin. Nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê û windakirina kîloyên zêde hene. Pîr e, nexweş e û di şertên girtîgehê yên awarte de dijî.”   ‘TEVÎ KU RAPORA WÎ HEYE JÎ BERNADIN'   Ozkan destnîşan kir ku bavê wê nikare tena serê xwe xwarin bixwe, serê xwe bişo, tiraş bibe, biçe daşirê û wiha got: “Bavê min ji ber pirsgirêkên dijî, muhtacî lê nêrînê ye. Mirovekî wiha pîr û nexweş divê demildest were berdan." Ozkan bi bîrxist ku ji bo ku bavê wê were berdan serî li Wezareta Dadê û Serokkomariyê dane lê tu encam negirtin û got: “Bavê min gelek caran birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê lê ji ber nêzikatiya îdeolojîk rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Di 25’ê gulana 2015’an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, rapora ji sedî 87 astengdar e da bavê min. Lê piştî çar salan di 27’ê adara 2019’an de heman nexweşxaneyê rapor daxist ji sedî sifirê û rapor kirin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev biryar bi temamî siyasî ye.”   ‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’   Ozkan da zanîn ku berdewama rewşa girtîkirinê ya bavê wê êrişkirina mafê jiyanê ye, terkkirina mirinê ye û wiha got: “Em wek malbata wî bi fikar in û dixwazin demildest were berdan. Dewlet ji jiyana girtiyan berpirsyar e. Lê dewlet girtiyên nexweş bi polîtîkayên qetilkirinê û tecrîdkirinê li ber çavan mirovan terkî mirinê dike.”    'HEKE VÎRÛS LI GIRTÎGEHAN BELAV BIBE BERPIRSYAR RAYEDAR IN’   Yek ji girtiyên nexweş Abdulazîz Ok e. 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tê ragirtin. Li Ok nexweşiyên sinûzît, bronşit, nexweşiyên mîdeyê û nexweşiya diran peyda bûne.    Malbata Ok diyar kir ku di 17’ê adarê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivîne. Malbatê da zanîn ku lawê wan gotiye "Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rayedarên girtîgehê tu tedbîr ne girtine. Ji derveyî taloqkirina neqil û hevdîtinên vekirî û dezenfekta qawîşan tu tiştek nekirine. Li Îranê û hin dewletên din girtî berdane lazim e Tirkiye jî girtiya berde. Qet nebe divê girtiyên nexweş û kesên xeteriya wan hene divê werin berdan. Heke nexweşiya vîrûsa koronayê li girtîgeha belav bibe û girtî jiyana xwe ji dest bidin sebebê vê yekê rayedarên berpirsyar in û nikarin hesaba vê yekê bidin.”   Malbata Ok anî ziman ku ji ber ku girtîgeh ne paqij in û xetereya belavbûna vîrûsê heye divê demildest girtî werin berdan û girtîgeh werin valakirin.   MA / Fahrettîn Kiliç