Li parêzer dan, dozgeriyê jî der barê wan de biryara neşopandinê da! 2020-03-21 09:10:54   HATAY - 3 polîsan li Parêzer Nevzat Ercan û muwekîlê wî dabûn. Lêpirsîna hatibû destpêkirin, bi neşopandinê bi dawî bû. Ercan, îtiraz kir û got, dozgerî polîsan diparêze.    Di 27'ê Tebaxa 2019'an de polîsan li Parêzer Nevzat Ercan û muwekîlê wî dabûn. Li ser vê der barê 3 polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê di lêpirsîna der barê polîs A.Ç., N.C. û S.D. de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê di biryara xwe de got, her sê polîsan peywira xwe bi cî aniye.    Piştî biryara neşopandinç Ercan jî li Dadgeha Cezayê Sulhayê ya Îskenderûnê îtiraz kir. Ercan, diyar kir ku biryara hatiye dayîn derî usûl û qanûnê ye.    Ercan, anî ziman ku muwekîlê wî di wesayîtê de bi awayekî kelemçekirî hatiye sekinandin û lê dane û got, gava çûye cihê bûyerê gotiye parêzere û xwestiye polîsa dev ji lêdanê berdin. Ercan, got: "Gava ez çûm di hundirê wesayîtê de kelemçekirî bû û rûniştîbû. Ji polîsan yek jê lê dida. Min jî jê re got, ez parêzer im û tu nikarî lê bidî. Li ser vê heman polîsa ez daf dam û ji min re got, 'li vira tu hikmê te tuneye.' Li cihê bûyer şahid hebûn. Dozgeriyê guh neda şahidan. Bêyî ku lêkolînê bike, got 'ji xeynî delîlên razber tu tiştek tuneye' û biryara neşopandinê da. Dozgeriyê bi vî awayî polîsa parastine."