Sabûnê ji ava gola Wanê çêdike û li cîhanê belav dike 2020-03-21 09:34:12 WAN – Esnaf Murat Saît Yaşar li taxa Şerefiye ya Wanê li kargeriya xwe ya biçûk ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike û dişîne herêma Kurdistana Federe, Belçîka, Almanya û Fransayê.  Esnaf Murat Sait Yaşar, li taxa Şerefîye ya Wanê li kargeriya xwe ya biçûk ji ava Gola Wanê ya bi soda  hilberina sabûnê dike û dişîne welatê derve. Dîsa difiroşe etar û girtîgehan. Yaşar, ku li kargeriya xwe ya biçûk hilberîna sabûnê dike, difiroşe Herêma Kurdistana Gedere, Belçîka, Almanya û Fransayê. Yaşar anî ziman ku nêzî 50 salin hilberîna vê sabûnê tê kirin û ew jî nêzî 21 salin vî karê hilberînê dike. Yaşar, diyar kir ku di navde rûnê xwezayî yên bêhnê didin hene û wiha got: "Rûnê guwîzê Hindistan, çahterî, bittimê heye. Her tiştê wê xwezayî ye. Ewil hemû maddeyên pêkhate tev li hev dikin û heta astekê dikelîne. Piştre kostik (sodyum hidroksit) tev li avê pêkhateyê dike û li hev dixe. Piştî pêkhat tîr bû dixe qaliban û hişk dike. Piştî hişk bû ji qalib derdixe. Em li vir hilberîna sabûna ku ji bo tenduristiya mirovan pir bi qalîte dikin. Qalibê me yên sabûnê di navbera 56- 120 sabûnan de ye. Piştî hefteyekê hişk dibe em qalibekî din tijî dikin. Em di hefteya sêyemîn de sabûnê derdixin piyasê. Di nava vê sabûnê de maddeyên kîmyewî tune. Bi temamî xwezayî ye. Tevahî ji nebatan û ava soda ya gola wanê pêk tê. Ev sabûn li dijî weşandina por, nexweşiya sedef û kapeka poran pir baş e.    Yaşar, da zanîn ku ev sabûna ku ji ava Gola  Wanê ya bi soda tê hilberîn hilberînek paqijî û dezenfektanê ye.    MA / Yunus Duman