Calman a nexweşa KOAH'ê hefteyê 3 caran îmze dide qereqolê 2020-03-21 10:37:06   RIHA - Dayika 3 zarokan a nexweşa KOAH'ê Zuleyha Çalman ku ji 2 dosya tê darizandin, hefteyê 3 caran diçe qereqolê û îmze dide polîsan. Çalman, anî ziman ku îmzekirina dosyayên edlî heta Gulanê hat taloqkirin, lê ya wê nehatiye taloqkirin.    Dayika 3 zarokan Zuleyha Çalman, li Navçeya Wêranşarê 10 meh berê bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Endamtiya rêxistinê" 2 caran hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Der barê Çalman de lêpirsîn hat vekirin û ji ber lêpirsînê hefteyê 3 rojan diçe qereqelolê îmze dide polîsan. Çalman, duh dîsa ji bo îmzeyê çû Qereqola Polîsan a Taxa Yenî ya Wêranşarê. Çalman, anî ziman ku gelek kesên îmze davêjin ji ber vîrûsa corona heta Gulanê taloq kirine. Çalman, diyar kir ku ji polîs pirsiye îmzeya wê jî hatiye taloqkirin ya na? û wiha got: "Polîsan got 'Dosya te ji ber têkildarî endamtiya rêxistinê û propaganda ye' nayê  taloqkirin' Li vir cudakarî heye. Îmzeyên hin kesan heta Gulanê hatiye taloqkirin. Lê ya min nehatiye taloqkirin. Ez  dayika 3 zarokan û bi nexweşiya KOAH'ê me.Ev cot stantartî ye."