Bergiriyên wezaretê yên vîrusê HDP’iyan nehewand 2020-03-21 10:37:35   MÊRDÎN – Li gel ku Wezareta Dadê di çarçoveya bergiriyên vîrusê de naqîlên di navbera girtîgehan de daye rawestandin jî Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû û Mûsa Alkan ji Mêrdînê sewqî Rihayê hatin kirin.    Di 29’ê sibatê de polisan bi sedegirtina malê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû û Hevwerokê Berê yê HDP’a Mêrdînê Mûsa Alkan binçav kiribûn û di 6’ê adarê de her du jî hatibûn girtin. D udi saetên êvarê de Agaoglû û Alkan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tipa T a Rihayê hatin kirin. Balkêş e ev sewqkirin, piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku ragihandibû sewqkirinên girtîgehan heta 2 hefteyan hatine rawestandin, pêk hat.    GELO BERGIRÎ HDP’IYAN NAHEWÎNIN?   Parêzerê Agaoglû û Alkan Erdal Kûzû, têkildarî mijarê axivî û bi pirsa ku gelê bergiriyên vîrusa koronayê yên ji bo girtîgehan HDP’iyan nahewînin bertek nîşanî rewşê da. Kuzû, destnîşan kir ku sewqikirina div ê pêvajoyê de tê wateya ku mafê jiyanê yên muwekilên wî nayê hesibandin û xwest ku berigiriyên vîrûsê bê cudahî ji hemû girtiyan re wekhev bên bicih.