Bi teker û meşaleyan Newroz pîroz kirin 2020-03-21 10:53:26 AMED - Li Navçeyên Bismil, Farqîn, Lîce, Pîranê welatiyan Newroz li malên xwe bi find, meşaleyan pîroz kir. Li kolanan jî bi pêxistina tekeran pîroz kir.    Îsal gelê Kurd ji ber talûkeya vîrûsa corona bi Girseyî Newroz pîroz nekirin. Gel li dijî rîsta vîrûsê li malên xwe bi rêbazên cuda Newroz pîroz kirin. Welatiyan li malên xwe bi find, meşaleyan Newroz pîroz kir. Hin welatiyan jî li ber deriyê malên xwe bi pêxistina lastîkên tekeran Newroz pîroz kir. Li Navçeyên Bîsmil Farqîn, Lîce û Piranê welatiyan li eywan û pêşiya malên xwe Newroz bi rêbazên rengîn pîroz kirin.