Ajokarên TIR'an ên deriye Xabûrê di rîska vîrûsa corona de dijîn 2020-03-21 11:34:22   MÊRDÎN – Deriyê sînor ê Xabûrê ji ber vîrîsa corona (cobît-19) ji çûn û hatinê re hat girtin. Piştî derî hat girtin, ajokarên TIR'an ji Deriyê Xaburê heta Navçeya Nisêbînê ketine dorê û nikarin derbas bibin. Ajokaran diyar kirin ku tu tedbîr nayên girtin û di bin rîsta vîrûsê de dijîn.    Deriyê sînor ê Xabûrê bi sedema vîrûsa corona ji 1'ê Adarê ve hat girtin. Piştî deriyê sinor hat girtin, bi hezaran ajokarên TIR'an ketine dorê û li benda derbasbûnê ne. Ajokarên TIR'an ên ji deriye Xabûrê yê Navçeya Sîlopî ketine dorê heta navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rêz bûne. Ajokarên ku ji Stenbol, Edene, Mêrsîn û Dîlokê ketine rê û hatine deriyê sînor ê Xabûrê bi rojan in di dorê de radiwestin. Ji niha de bi hezaran TIR, li 75 kilometre rê dirêj bûne û ketine dorê.    Li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Wêranşarê nokteyên rawestgehê hatine avakirin. Lê ev têra ajokaran nakin û ajokar nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin. Ajokarên bi hezaran TIR'an ji ber pêdiviyên xwe yên lawabo, serşuştin, xwarin û vexwarinê zahmetiyan dijîn. Dîsa ji ber hêjmara ajokaran zêde ye, rîska belavbûna vîrûsê jî zêde ye. Ajokarê TIR'ê Dilşat Guzel, ku li nokteya rawestgehê ya Qoserê sekiniye, anî ziman ku tu tedbîr nehatine girtin û tu kes agahiyan bi wan re parve nakin. Guzel, diyar kir ku ajokar nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî û tenduristî temîn bikin û niha nizanin çima li vir hatine rawestandin. Ger ku rojê 500 maşîne bên derbaskirin ev rêz zêde dirêj nabe.  Ajokar 5-6 rojin li vir tên rawestandin. Bi vî halî here emê 2 mehan li vir rawestin "    Ajokar Zekî Aslan jî xwest fabrîqe seferan betal bikin û berê wan nedin rêyan. Aslan xwest çare ji wan re bê ditin û wan nexin rêyan.  Ajokar Rêzan Oget jî anî ziman ku tenê ji bo tedbîrê tên germahiya laşê wan dibinin û tenê ev yek têr nake.