Li Çewlikê 3 kes hatin binçavkirin 2020-03-21 11:47:10   ÇEWLÎK - Eskeran li Çewlikê bi ser gelek malan de girt û Mehmet Morsumbul ê 67 salî jî di navde 3 kes binçavkirin.    Eskeran li Gundê Gozeler ê girêdayî Navenda Çewlikê bi ser gelek malan de girt. Eskeran bi îdîaya "îxbar heye" li Gundê Gozelerê bi ser malan de girt. Eskeran Mehmet Morsumbul (67), Sîdar Serinyel û Mazlum Serinyel binçav kirin. Hat diyar kirin ku Morsumbul bi nexweşiya alerjiyê ye. 3 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Çewlikê.