Qada Newrozê îsal vala ma 2020-03-21 13:24:22   AMED - 12 sal in li Parka Newrozê ya Amedê pîrozbahiyên Newrozê pêk dihat û bi milyonan kes tevlî pîrozbahiyan dibûn. Îsal ji ber vîrûsa korona pîrozbahî hatin betalkirin û qada Newrozê vala ma.   Kurd ji sala 1990’î heta niha her sal bi rêk û pêk Newroz pîroz dikin. Di salên 90'î de li taxan, çend salan li Qada Batikentê, piştî salên 2000'î li Navenda Kongrê û Fuarê û piştî 2008'an jî li Parka Newrozê pîrozbahî dihatin lidarxistin. Îsal pîrozbahiyên girseyî ji ber vîrûsa korona hatin betalkirin.   Di 1993’yan de di encama hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re agirbest pêk hat û Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di 94’an de li ser banga PKK’ê ya ‘danekevin kolanan li malên xwe pîroz bikin’ gel derneket û li hinek cihan kepenk hat girtin û li hin deveran pîrozbahiyên bi komî hatin lidarxistin. Newroza îsal ya 2020'an jî ji ber vîrûsa korona hatin betalkirin. Lê belê agirê Newrozê li malan hat pêxistin.   Qadên pîrozbahiyê îsal vala man. Yek ji wan qadan Parka Newrozê ya taxa Bagcilara navçeya Baglara Amedê bû. Her sal bi milyonan kes berê xwe dida Parka Newrozê. Lê îro qada pîrozbahiyê vala ye û polîs jî bi maşineyên zirxî dora parkê digerin.