ATO: Bila bi lezgînî bijîjkên ciwan bên tayînkirin 2020-03-21 14:29:24   ENQERE – Odeya Bijîkan a Enqereyê, diyar kir ku ji ber “lêpirsînên ewlehiyê” tayînkirina bijîjkên ciwan nayê kirin û pirsa “Hûn ê wiha pêşî li vîrusê bigirin?” ji Wezareta Tenduristiyê pirsî.    Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) têkildarî tayînkirina bijîjkên ciwan a ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê civîneke çapameniyê li dar xist. Li ser biryara rêveberiyê ATO’yê ya ji ber vîrusa koronayê rojnameger ji bo civînê nehatin vexwendin.  ATO’yê piştî civînê metn û dîmenê daxuyaniyê bi çapameniye re parve kir.    Sekreterê Giştî yê ATO’yê Alî Koç, bi bîr xist ku lepirsînên ewlehiyê li dijî qanûnan e û ev bang li Wezareta Tenduristiye kir: “Li şûna ku hûn xebitandina bijîjkên ciwan xesp bikin, li gorî qanûnan evbigerin û bi lez wan tayîn vikin; em bang dikin ku hûn di vê pêvajoyê de hemû derfetên xwe ji bo berigiriyên vîrusê û ewlehî û tenduristiya xizmeta tenduristiyê sefer bikin.”   WEZARETA TENDURISTIYÊ ÇI DIKE?   Di berdewam axaftina xwe de Karakoç ev tişt anîn ziman: “Wezreta Tenduristiyê ku divê li dijî vê vîrusê, ewlehiya kar a xebatkarên tenduristiyê bigire û hejmara wan zêde bike gelo çi dike? Dixwaze xwedkarên faqûlteyên tipê bi awayekî bê sigorta û pere bide xebitandin. Lêpisîna ewlehiyê ku di encama biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn de tu qanûniyeke wê nemaye hincet tê nîşandan û hê jî tê astengkirin ku hempîşeyên me yên ciwan karê xwe bikin. Ve heftê gelek hempîşeyên me yên ciwan bi hinceta ku “şertên wan ên pêwîst” tunene tayînkirina nehat kirin. Têkildarî vê yekê ki wan re agahdarnamey hatine şandin.    ‘EM XEMGÎN Û BI HÊRS IN’   Me berê jî gelek caran diyar kiribû ku meşrûbûna lepirsînên ewlehiyê tuneye. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn êdî ne qanûnî ye jî. Li dijî vîrusa pandemî ku dibe sedema mirina bi hezaran kesî gelo Wezareta Tenduristiyê dixwaze xebatkarên tenduristiyê bi awayekî neqanûnî karê xwe bikin û wan deşîfre bike? Gelo hûn ê bi vî rengî pêşî li vîrusê bigirin? Hûn ê bi vî rengî barê bijîjkên ku girêdayî zêdebûna hejmara kesên bi vîruse dikevin barê wan giran dibe sivik bikin? Ji ber ku em bi van pêkanînên dijminane gelek xemgîn û bi hêrs in.”