ÎHD'ê li Îzmirê faîlên Hasan Ocak pirsîn 2020-03-21 14:36:24   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan vê hefteyê ji ber vîrûsa corona çalakî li kolanê li dar nexistin. ÎHD'ê û xizmên windayan daxuyanî dan û xwestin kujerê Hasan Ocak yê 25 sal berê hat kuştin bê dîtin û darizandin.    Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan ên Îzmirê çalakiya her hefte bi boneya "windabên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê li dar dixistin, vê hefteyê ji ber vûrûsa corona li dar nexistin. ÎHD'ê û xizmên windayan vê hefteyê kujerê Hasan Ocak ê di 23'ê Adara 1995'an de li navçeya Avcilar a Stenbolê hat kuştin pirsî. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di ser kuştina Hasan Ocak re 25 sal borîn, lê hêj kujer nehatin dîtin û nehatine darizandin. Di daxuyaniyê de xwestin kujerê Hasan Ocak bên dîtin û darizandin.