TÛAY-DER: Bila heyeteke serbixwe ya tenduristiye biçe Îmraliyê 2020-03-21 15:14:49   AMED – TÛAY-DER, diyar kir ku li girtîgehan li dijî vîrusa koronayê di asta têrker de bergirî nayên girtin û xwest ku heyeteke serbixwe ya tenduristiyê ku rêxistinên tenduristiyê jî di nav de cih bigirin, biçe Îmraliyê.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER), têkildarî rewşa dawîn a vîrusa koronayê ya li girtîgehan daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gelek girtîgehan şertên paqijiyê pêk nayên û ev tişt hat gotin: “Kogûş bi awayekî rêk û pêk nayên dezenfektekirin. Amûrên paqijiyê kêm in. Saetên hewa girtinê bi sînor in û ava germ bi awayekî rêk û pêk nayê dayîn.”   ‘BILA WEQAYÊN LI GIRTÎGEHAN BÊN AŞKERAKIRIN’   Di daxuyaniye de hat bibîrxistin ku bi 670 kesî re vîrusa koronayê hatiye tespîtkirin û 9 kesan jî ji berê jiyana xwe ji dest daye û hat xwestin ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve têkildarî rewşa li girtîgehan daxuyaniyek bê dayîn û bê aşkerakirin ku girtî jî bi vîrusê ketine an na.   ‘BILA HEYETEKE SERBIXWEYA TENDURISTIYÊ BIÇE ÎMRALIYÊ’    Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li girtîgehan hevdîtinên vekirî hatine rakirin û tenê bi rêyê telefonê hevdîtin tên kirin û têkildarî rewşa li Îmraliyê jî ev daxwaz hat kirin: “Weke tê zanîn 21 Sal in bi Brêz Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye re hevdîtina bi telefonê pêk nayê. Em daxwaz dikin ku bi Brêz Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê re jî hevdîtina bi telefonê pêk bê û heyeteke tenduristiyê ya serbixwe ku rêxistinên tenduristiyê jî di nav de hebin, biçe Îmraliyê.”   ‘HEMÛ GIRTIYAN BERDIN’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtî û hikumxwarên siyasî ji sererastkirina înfazê ya nû  sûdê nagirin û hat xwestin k udi serî de girtiyên siyasî hemû girtî bên berdan.