Hevserokên HDP'ê: Ruhê Newrozê li ser piyan e 2020-03-21 15:55:30 AMED – Hevserokên HDP’ê yên Amedê  Hulya Ûyanik Alokmen û Zeyad Ceylan, diyar kirin ku her çend îsal gel bi girseyî Newroz pîroz nekir ji dîsa ruhê Newrozê li ser piyan bû û her kesî li mal û ewyanên xwe Newroz pîroz kirin.  Îsal bi hinceta vîrûsa corona li tevahiya cîhanê û Tirkiye belav bûye Partiyên Kurdan û KCD'ê biryar dan ku Newrozê bi girseyî pîroz nekin. Gel ji ber Newroz li qadan bi girseyî pîroz nekir; her kesî li mal û hewcên xwe bi find, meşale, lastîk, fîşekên hewayî, karton û rengên cuda pîroz kirin. Welatiyên ku li gund, tax û navçeyên Amedê şevê din saet di 20.20’ê de bi dirûşm, fîşekên hewayî, lambeyan li şaneşîna agir pêxistinê, bi çepik û tililiyan Newroz piroz kirin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê  Zeyad Ceylan û Hulya Ûyanik Alokmen Newroza îsal nirxandin.    Ceylan bibîrxist ku îsal ji ber vîrûsê pîrozbahiya Newrozê ya bi girseyî betal kirin û wiha got: “Elbet me Newroz betal nekir. Ji bo parastina civakê me kismê girseyî betal kir. Yên ku Newroz afirandî û heta îro aniye gelê kurd e. Tevahiya gelên hêja çawa Newroz heta roja me aniye ji vê saetê şunde jî dikarin Newrozê heta dawiyê bibin. Ji bo ku gel Newrozê pîroz bike divê li ser piya be. Ji bo parastina civaka me pêwîstî dît ku em pîrozbahiya girseyî betal bikin. Newroz dîsa bi find, agir, def, zirne û tililiyan hat pîroz kirin. Yên ku li şaneşîn û li ber deriye xwe û li taxa xwe pîroz kir hebûn. Pîrozbahiyeke cuda derkete holê. Hat dîtin ku ruhê Newrozê li ser piya ye. Coşa Newrozê hat jiyîn. Gelê me bi biryardarî tev geriyan. Em cardin Newroza gelê xwe û ya tevahî gelan pîroz dikin. Hêvî û daxwaz dikin ku Newroza 2020’an ji bo Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê bibe wesileya aşitî, aramî û wesileya jiyaneke bi tenduristî.”   ‘NEWROZ DÊ BIBE WESILEYA MORAL Û MOTÎVASYONÊ’   Pişt re Hevseroka HDP’ê Hulya Alokmen Ûyanik jî bal kişand ser pîroz kirina Newrozê ya îsal û wiha axivî: “Ji ber vîrûsa koronayê newroza îsal hat betal kirin. Cara ewil e ku gelê kurd bi vî şiklî Newrozê pîroz dike. Duh şev li şaneşînan, li kolanan, li taxan û li girê gundan Newroz hat pîroz kirin. Em bawer dikin ku Newroz dê bibe wesileya moral û motîvasyonê. Bi piştevaniyê em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Newroza hemû gelan pîroz dikim.”