Hejmara miriyên vîrusê gihîşt 11 hezar û 417 kesan 2020-03-21 16:34:25   STENBOL – Li gorî nûçeyeke malpera Worldometer’ê li seranserê Cîhan3e hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 11 hezar û 417 kesan.    Gefa vîrusa Koronayê her ku diçe li seranserê Cîhanê mezin dibe. Malpera nûçeyan a bi navê Worldometer’ê têkildarî daneyên dawîn ên vîrusê nûçeyek weşand û ragihand ku hejmara kesên ku ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 11 hezar û 417 kesan. Li gorî daneyan, welatê ku herî zêde mirov lê jiyana xwe ji dest dane bi 4 hezar û 32 kesan Îtalya ye. Piştî Îtalyayê welatê ku herî zêde mirov lê jiyana xwe ji dest dane bi 3 hezar û 255 kesan Çîn e ku vîrusa koronayê lê peyda bûbû. Di rêza sêyemîn de jî bi hezar û 433 kesan Îranê cih girt. Li gorî daxuyaniya dawîn a Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li Tirkiyeyê heta niha 670 kes bi vîrusê ketine û 9 kes jî ji berê jiyana xwe ji dest dane.