Li Gundên Qoserê zarokan mohra xwe li Newrozê xist 2020-03-21 16:42:41   MÊRDÎN - Li Gundê Kermirara û Hêşeriyê yên Qoserê, Newroz di pêşengiya zarokan de hat pîrozkirin. Bi dehan zarok kom bûn û agir geş kirin.    Newroz ji ber îsal bi girseyî nehat pîrozkirin, her malbatê li ber deriyên xwe Newroz pîroz kirin. Li gundên Kermirara û Hêşeriyê yên Qoserê çend rojin li ser hev agirê Newrozê tê pêşistin. Zarokên ku pêşengiya pirozbahiyê kirin, li ber malên xwe kom bûn bi tekeran Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Zarokên ku Newroz pîroz kirin nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û wêne kişandin.