Rêxistinên HDP’ê yên Sûr û Peyasê Newroz pîroz kirin 2020-03-21 16:52:27   AMED - Endam û rêveberên HDP’ê yên navçeyên Sûr û Peyasê Newroz pîroz kirin.   Endam û Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeyên Sûr û Peyasê Newroz pîroz kirin. Endam û rêveberên Sûrê li Gundê Palûkê bi welatiyan re agirê Newrozê pêxist. HDP’î welatiyan li dora agir bi dahol û zirna govend gerand. Komê di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Zarok jî beşdarî pîrozkirina Newrozê bûn.  Rêxistina HDP’ê ya Peyasê jî li ber deriyê avahiya xwe agir pêxist û Newroz pîroz kir. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr, aktîvîstên TJA’yê û Ciwanên HDP’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Komê bi pêxistina agirê Newrozê re lîlandin û li çepikan xistin.