Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusa coronayê mirin bûn 21 2020-03-21 23:06:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 947 û hêjmara kesên ji ber vîrusê mirine jî bûye 21.   Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona dikevin her roj qat bi qat zêde dibin. Hejmara kesên bi şewba vîrusa coronayê ketine, di 24 saetên dawî de ji  670 kesan bû 947.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 947 û hêjmara kesên mirine jî bûye 21.