Li Îtalya di rojekê de 793 kes ji ber vîrûsê mirin 2020-03-22 08:00:10   NAVENDA NÛÇYAN - Li Îtalyayê di rojekê de 793 kes ji ber vêrûsa corona mirin. Heta niha li Îtalyayê 4 hezar û 825 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî 53 hezar û 578 welatî bi şewba vîrûsê ketin.    Şewba vîrûsa corona li tevahiya cîhanê belav dibe. Her ku diçe hêjmara kesên bi şewba vîrûsê dikevin zêde dibe. Heta niha herî zêde li Îtalya belav bû. Li Îtalyayê di 24 saetên dawî de 793 kesan ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Îtalya heta niha bi giştî 4 hezar û 825 kes bi vîrûsê mirin. Dîsa li tevahiya welat 53 hezar û 578 kes jî bi şewba vîrûsê ketine. Li tevahiya cîhanê jî heta niha 11 hezar û 400 kes bi vîrûsê mirin û 88 hezar kes jî gihiştin tenduristiya xwe.