ROJEVA 22'YÊ ADARA 2020'AN 2020-03-22 09:00:17   * Hê jî li tersaneyên ku bi hezaran karker li wan dişixulin, ji bo vîrusa coronoyaê tevdîr negirtine.    * Îdianameya der barê Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu û Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmazê de hat amadekirin. Di îdianameyê de beyanên şahidên veşarî hatine qebûlkirin û tê xwestin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin.    * Li Wanê welatiyên ku derdikevin derve gotin: "Em jî dixwazin li malê bimînin, lê heger em neşixulin em ê ji birçîna bimirin." Welatiyan, destnîşan kir ku welatî ew bêçare hiştine.    * Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo pakêta "Mertala Îstikrarê ya Aboriyê" got: "Ji patronan re mertal, ji gel re şûr ma."    *  Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Tomerîfiroş û Bazirganên Fêkî û Zebzeyan a Mêrsînê Huseyîn Tîmûrtaş, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê îxracat ji sedî 90 kêm bûye. Esnafê halê Remzî Koldaş jî got: "Welatî jî nikarin bi vî fiyetî bikirin."    * Pisporê Tenduristî û Nexweşînên Ruhî Doç. Dr. Halîs Ûlaş, ji bo kesên ji ber vîrusa coronayê diqilqilin got: "Li bedena xwe baş miqate bin, li xwarina xwe miqate bin. Bihêvî bin."