Li tersaneyên bi hezaran karker lê dişixulin ji bo vîrusê tevdîr nehatine girtin 2020-03-22 09:01:42   YALOVA - Hê jî li tersaneyên ku bi hezaran karker li wan dişixulin, ji bo vîrusa coronoyaê tevdîr negirtine.    Li tersaneyên ku bi hezaran karker li wan dişixulin, ji ber negirtina tevdîrên ji bo ewlehiya karî û tenduristiyê tim di rojevê de ne û niha jî ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) tu tevdîr nayên girtin.    Yek ji van tersaneyan jî Terxaneya Tersanê ya navçeya Altinova ya Yalovayê ye. Li vê tersaneyê nêzî 5 hezar karker dişixulin. Li gor agahiyên bi dest me ketin, li vê tersaneyê heta niha ji bo vîrusa coronayê baş tevdîr nehatine girtin. Karkerên tersaneyê anîn ziman ku hê jî mesaiya roja yekşemê li wan tê ferzkirin û gotin, heta niha di bin navê tevdîrê de tenê qelebalixiya di dema xwarinê de kêm kirine. Karkeran, diyar kir ku vîrusê bi qasî 5 saetan li ser tiştên metal dimîne, lê belê hê jî li tersaneyên ji bo dezenfektekirinê tiştek nehatiye kirin.    Karkeran, anî ziman ku li odeyên kincguhertinê jî bi sedan karker bi hev re kincên xwe diguherînin û gotin, heger tevdîr neyên girtin wê tenduristiya bi hezaran karkeran têkeve xetereyê.    MA / Tolga Guney