Şahidê veşarî got 'min bihîstiye', dozger jî îfada wî esas girt 2020-03-22 09:02:25   MÊRDÎN - Îdianameya der barê Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu û Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmazê de hat amadekirin. Di îdianameyê de beyanên şahidên veşarî hatine qebûlkirin û tê xwestin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin.    Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê, der barê Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu û Hevşaredara Qoserê Nîlifer Elîk Yilmazê de amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê jî îdianameya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin qebûl kir.    Îdianame ji aliyê Dozger Nûrettîn Guner ve hatiye amadekirin û ji 34 rûpelan pêk tê. Di 16 rûpelên îdianameyê de behsa PKK û KCK'ê hatiye kirin û di rûpelên de jî behsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye kirin û sûcên îstinadî hevşaredaran hatiye kirin û tiştên derpêş kirine delîl in cih digirin.    ŞAHIDÊ NEPEN: TEV LI CIVÎNÊ BÛN    Her wiha di îdianameyê de, behsa giştînaameyên Navenda Giştî yên HDP'ê ku li avahiya HDP'a Mêrdînê bûne hatiye kirin û îfadeyên şahidê nepen ê bi kodê “ML1Z0G7R1T (Malazgîrt)” û “C1N9K1K8L (Çanakkale)” yên der barê van giştînameyan de cih girtine.    Şahidên veşarî yên koda “P1L5EV3NE8 (Plevne)” û “1KO3SOV0A8 (Kosava)” jî der barê Oncu û Yilmazê de hint tişt îdia kirine. Ev îdia jî der barê "Civîna Hilbijartinê" de ne ku civîn di 2'yê Mijdara 2018'an de li avahiya HDP'a Nisêbînê hatiye kirin. Şahidan di beyana xwe de gotiye: "Hevşaredar Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredar Gulîstan Oncu wekî delegeyên KCD'ê tev li vê civînê bûne."    Her wiha beşdarbûna hevşaredaran a çalakiyên der barê grevên birçîbûnê û çûna wan a şîna jî sûc hatiye hesibandin.    GOTINA ‘MIN BIHÎST' BÛ TESPÎT    Di beşa dawî ay îdianameyê de jî beyanên şahidên veşarî hene ku şahidan gotiye, "Wna bihîstiye ku hevşaredaran di warê aborî de alîkariya rêxistinê kiriye." Ji ber vê beyanê dozgeriyê jî xwestiye hevşaredar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin.    MA / Ahmet Kanbal