‘Em li malê bimînin em ê ji birçîna bimirin' 2020-03-22 09:03:13   WAN – Li Wanê welatiyên ku derdikevin derve gotin: "Em jî dixwazin li malê bimînin, lê heger em neşixulin em ê ji birçîna bimirin." Welatiyan, destnîşan kir ku welatî ew bêçare hiştine.    Ji ber vîrusa coronayê her diçe li seranserê cîhanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Yek ji welatên ku mirov zêde lê dimirin jî Îran e. Li Wanê welatiyên nêzî sînorê Îranê ne, guh nadin bangawazî û hişyariya "Li malê bimîne" û dadikevin kuçeyan. Welatiyan ji bo rayedarên ku dixwazin her kes li malê bimîne gotin: "Em jî dixwazin em li malê bimînin. Lê heger em nexebitin em ê ji birçîna bimirin."    ‘MECBÛR IM BIXEBITIM'    Abdûllah Dayan ku nêzî 20 sal in bi ereboka xwe bar dikişîne, diyar kir ku mecbûr e bixebite û got: "Heger rewşa min baş bûna ez ê jî li mala xwe bûma. Ji bo kêfê dernayêm derve. Ji ber ku mecbûr im derdikevim. Ez jî dizanim şewbee vegir heye, lê ez mecbûr im bişixulim. Li malê tenê ez dişixulim. Heger neşixulim em ê ji birçîna bimirin. Ez neşixulim wê zarokên min çi bixwin?"    Dayan, destnîşan kir ku madem dewlet dibêje "li malê bimînin", nexwe divê alîkariya welatiyan bike.    'TEVDÎREKE ABORÎ ŞERT E'    Salîh Aktar jî anî ziman ku hişyariyên pisporan girîng in, lê belê mecbûr e bixebite. Aktar, destnîşan kir ku qet nebe di vê serdemê de divê ji bo aboriyê hin tevdîr bên girtin û got: "Ji bo kar derdikevim. Ez jî dixwazim li malê bimînim. Lê meriv neşixule jî nabe. Çavên ên li malê li destê te ye. Bi rihetî karim bêjim, 5 meh in esnafên Wanê xweşikî tu kar nekirine. Dewletê di warê aborî de tu tevdîr negirtine. Dewletên din digirin. Lê dewleta me nagire."    Karkerên înşeatê Alî Haydar Eco jî anî ziman ku bi mehan e betal e û got: "Ji bo tiştina bikirim derketim. Em tenê wek tevdîr destên xwe baş dişon. Kolanyayê li destê xwe dikin. Lê extiyarên me pir guh nadin nexweşiyê. Tirs heye, lê piştî wextekê mirov di malê de hew îdare dike."    MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci