Pîroglû: Ji patronan re mertal, ji gel re şûr ma 2020-03-22 09:04:04   STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo pakêta "Mertala Îstikrarê ya Aboriyê" got: "Ji patronan re mertal, ji gel re şûr ma."    Çend roj berê di bin serokatiya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan de li Koşka Çankayayê, "Civîna Têkoşîna li Dijî Vîrusa Coronayê" hat lidarxistin. Piştî civînê bi navê "Mertala Îstîkrarê ya Aborî" pakêteke 100 milyarî hat ragihandin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku ji sedî 98 pakêtê dê ji bo patronan û ji sedî 2'yê pakêtê jî ji bo kesên hewcedar bê xerckirin.    Pîroglû, got: "Tirkiya pakêtê ev e; a rast kesên li ser piya disekinin bira bisekinin, ên nasekinin jî bira bimirin."    Pîroglû, destnîşan kir ku li vî welatî xwediyê nexweşxaneyên herî mezin Wezîrê Tenduristiyê ye û got: "Negotin wê saziyên tenduristiyê yên xisûsî û dermanxane xizmeta gel bikin û kesên ewlehiya wan î tenduristiyê tuneye bêheq sûdê ji can xizmetan bigirin." Pîroglû, anî ziman ku pakêt ji bo gelek pirsgirêkan nebûye çare û got: "Gotin bira mirov li malê bimînin, lê negotin wê kesên dixebitin çawa bikin. Tenê li Stenbolê ji bo 2-3 rojan deverên kêfê û kafe girtine. Bi vê re jî bi sed hezaran mirov betal mane. Fabrîke dixebitin. Atolye dixebitin. Mirov diçin kar û di şertên xirab de dixebitin û bi rîskeke ku vîrus li wan peyda bibe re rû bi rû dimînin. A rast vê vîrusê ji sedî 80'yê welat re hiştin. Ew çûn cihên xwe yên kamerayên termal û li wir ji gel re gotin 'dua bikin, xelas bibin.' A rast mirov dikare ji bo vê pakêtê bêje; ji patronan re mertal, ji gel re şûr ma."