Doç. Dr. Ûlaş: Li beden, xew û xwarina xwe miqate bin 2020-03-22 09:05:31   ÎZMÎR - Pisporê Tenduristî û Nexweşînên Ruhî Doç. Dr. Halîs Ûlaş, ji bo kesên ji ber vîrusa coronayê diqilqilin got: "Li bedena xwe baş miqate bin, li xwarina xwe miqate bin. Bihêvî bin."    Pisporê Tenduristî û Nexweşînên Ruhî Doç. Dr. Halîs Ûlaş, bandora vîrusa coronayê ya li ser derûniya mirovan nirxand.    Ûlaş, anî ziman ku şewba vîrusa coronayê ji bo mirovan tiştekî bistres e û got: "Dibe ku tirs û fikarên der barê vê nexweşînên de bibin sedema tengezariyê. Dibe ku bertekên her kesî cuda bin. Dîmen û nûçeyên der barê vîrusê de jî dibe sedema zêdebûna vê tengezariyê." Ûlaş, diyar kir ku kesên di warê ruhî de problemên wan hebin, dibe ku ji ber stresa vîrusa coronayê bertekên wan zêde bin. Ûlaş, diyar kir ku dibe ku ji ber vê edîşe, xew û xwarina van kesan biguhere û got, di rewşeke lezgîn de divê tedawiya xwe bi heman awayî bidomînin.    Ûlaş, got: "Ev kes divê bişopînin ka şaneyên nû di wan de çêbûne yan na. Ji bo hûn karibin ji derheqê vê rewşê derkevin alîkariyê ji malbat û xizmên xwe bixwazin. Pêwendiyê bi malbat, heval û derdora xwe re deynin. Heger bertekên we yên stresê çend rojan li ser hev zêde bibin û pêşî li ber çalakiyên we yên rojane bigirin, serî li saziyeke tenduristiyê bidin."    Ûlaş, destnîşan kir ku divê mirov baş li bedena xwe miqate be û got: "Pir nûçeyên der barê Covîd-19'yê de neşopînin. Li xwarina xwe miqate bin, bi awayekî rêk û pêk egersizan bikin, têr rakevin, araq û tiryakê bi kar neynin. Navberê bidin temaşekirin, xwendina nûçeyan. Ji bo hûn vegerin jiyana xwe ya asayî hin çalakiyên hûn jê hez dikin bikin. Bihêvî bin û tiştên baş bînin bîra xwe."    ‘RASTIYÊ BI ZAROKÊN XWE RE PARVE BIKIN'    Doç. Dr. Ûlaş, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê malbata piştgiriya zarokên xwe bikin û got: "Ji bo der barê vîrusa coronayê de hûn bi zarokên xwe r ebiaxifin, ji bo wan wextekî veqetînin. Bi qasî ku zarok fam bikin pirsên wan ên der barê vîrusê de bibersivînin. Divê zarok bawer bikin ku di ewlehiyê de ne. Heger xwe nerihet hîs bikin, diyar bikin ku ev ne tiştekî şaş e. Ji bo karibin rihet tev bigerin, hûn çawa ji derheqê streasa xwe derketine bi wan re parve bikin. Nehêlin zarokên we pir nûçeyên di vî warî de temaşe bikin. Dibe ku zarok tiştên bihîstine şaş şîrove bikin û bitirsin."    Ûlaş, destnîşan kir ku kesên tesîr ji vîrosa coronayê girtinbin û hatibin karantînakirin, piştî ji karantînayê derkevin dibe ku hestine cuda li wan peyda bibin û fikar û tirsa wan zde bibe.    MA / Sevda Aydin