Li qawîşa 12 kesan 16 girtî dimînin: Li girtîgehan tedbîr tune ye 2020-03-22 11:03:58     ÎZMÎR - Rêveberê Ege TUHAY-DER'ê Mazlum Koç, diyar kir ku dema ji girtîgehê derket li qawîşa 12 kesan 16 girtî diman û 4 girtî li erdê darizan. Koç, da zanîn ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û rewşa wan giran dibe û wiha got: "Li girtîgehan li dijî şewba vîrûsê tedbîr nayên girtin."    Rêveberê Ege TUHAY-DER'ê Mazlum Koç ê di operasyona 12'ê mijdara 2019'an de hat binçavkirin û girtin û 19'ê Adarê de serbest hat berdan anî ziman ku li girtîgehan tedbîrên li dijî vîrûsa corona nayên girtin. Koç, anî ziman ku li Girtîgehea Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî bû û bal kişanr ser şertên girtîgehê. Koç, anî ziman ku li girtîgehê mafên wan ê civakî hatiye sinorkirin û wiha got: "Buhayê malzemeyên li qantinê pir pir zêde bûye. Sewqa girtiyên nexweş nayên kirin. Li girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene. Rewşa tenduristiya wan her ku diçe xerab dibe. Ez nêzî 4 mehan girtî mam. Çavê min ji sedî 40 nabînin. Ji bo biçin nexweşxaneyê min gelek caran serî li rayedaran da, lê ez sewqî nexweşxaneyê nekirim. Deriyê hewşê yê ji bo hewayê dereng vedikin û zû digirin. Di girtîgehê de girtîgek din heye. Li djî virûsa corona tu tedbîr nehatine girtin. Malzemeyên paqijiyê duqat buha difiroşin girtiyan.    4 HEVALÊN ME LI GIRTÎGEHÊ LI ERDÊ RADIZAN   Divê rêveberiya girtîgehê malzemeyên paqijiyê bidin girtiyan. Niha li Tirkiye û cîhanê vîrûsa corona (kovid19) heye. Li odeya kontenjana wê 12 kes, em 16 - 18 girtî diman. 4 hevalên me li erdê radizan. Niha tedbîr tune. Girtîgeh nayê paqijkirin û pir qirêj e. Rêveberiya girtîgehê lihêv, batanî û çarçefen qirêj dide. Dîsa lepik û maskeyan nadin girtiyan. Divê girtî demek berî demekê serbest bêne berdan. Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîda giran heye. Wezîr dibêje 'Em tedbîrê digirin' Na tu tedbîr tune ye. Divê wezîr hemû girtiyan serbest berde. Ger ku girtîyek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bide berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Dadê ye."   MA / Ruken Demîr