Dîrîl: Heta aqûbeta kuştina bavê min ronî nebe em cenaze defin nakin 2020-03-22 11:43:41   ŞIRNEX - Li Navçeya Elkê ya Şîrnexê hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîlî winda bibûn. Piştî 69 rojan cenazeyê Şîmonî Dîrîla keldanî li nêzî çemê li jêra gund hat dîtin. Kurê Şîbonî Remzî Dîrîl, diyar kir ku heta aqûbeta kuştina bavê wî diyar nebe ew ê cenazeyê bavê xwe defin nekin.    Li gundê Mehrî yê Bêşebaba Şirnexê di 11'ê Çileyê de hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîlî winda bibûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîlê 69 roj şûnde li nêzî çemê gund hat dîtin. Kurê Şimonî Dîrîl û Papaye Dêra Keldanî Remzi Dîrîl, anî ziman ku ew li benda encama otopsiya kuştinê ne û heta teqez aqûbeta kuştina bavê wî diyar nebe dê cenazeyê bavê xwe defin neke.