Dersim Dag: Em girîngiyê bidin paqijiyê û pirtûkan bixwînin 2020-03-22 12:07:37   AMED – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a ku herî ciwan e ji bo tedbîrên vîrûsa koronayê bi kurdî banga girîngiya paqijiyê kir û xwest her kes li paqijiya xwe binêre, di van rojên di mal de her kes pirtûkan bixwîne, fîlman temaşe bike û xwe bi pêş ve bibe.    Li tevahiya cîhanê xelk bi vîrûsa koronayê (kovid-19) re rû bi rû maye. Li Kurdistan û Tirkiyê jî her ku diçe şewba vîrûsê berbelav dibe û talûke zêde dibe. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyê heta niha ji ber nexweşîn vîrûsê 21 kesî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrûs li wan geriyaye jî derketiye 947’an. Ji gelek derdoran ji bo tevdîrgirtina li dijî vîrûsê bang tên kirin û hişyariyan didin.    ‘EM GIRÎNGIYÊ BIDIN PAQIJIYÊ Û XWENDINÊ’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag a ku paralamentera herî ciwan e jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê hişyariya paqijiyê kir.   Dag di vîdeoyê de balê dikişîne ser girîngiya paqijiyê, grafîkên ji bo paqijiyê jî di vîdeoyê de bikar aniye. Dag di vîdeoya belav kiriye de wiha dibêje: “Merhaba hevalno; îro li cîhanê hemû mirovatî bi vîrûsa koronayê re rû bi rû maye. Ji bo ku em xwe ji vê vîrûsê biparêz in, em di mal de bimînin û girîngiyê bidin paqijiya xwe. Ji 20 deqeqîyan carek em destê xwe bi sabûnê bişon, dezenfektan û kolonya bikar bînin. Em piştgirî bidin derdora xwe, cîranên xwe û hezkiriyên xwe. Em xwe û hezkiriyên xwe biparêz in. Di van rojên ku em di mal de dimînin, em pirtûk bixwînin, li fîlman temaşe bikin û em xwe li pêş bixin. Em ji we hemûyan hez dikin. Li xwe miqate bin.”