Li Pirsûsê 9 ciwan hatin binçavkirin 2020-03-22 12:26:03   RIHA - Esker û polîsan li gundên Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser gelek malan de girt û 9 ciwan bi hinceta Newroz pîroz kirine binçavkirin.    Esker û polîsan li gelek gundên girêdayî Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn kirin. Polîs û eskeran di serdegirtina malan de 9 ciwan binçav kirin. Hat diyar kirin ku ji kesên hatine binçavkirin navê yekî Mehmet Bulbul e. 9 ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê.