Esnafên bazarê: Em 4 rojan kar nekin emê birçî bimînin 2020-03-22 13:13:42   ENQERE  - Vîrûsa corona piştî li Tirkiyeyê belav bû, bandora xwe li ser aborî û karê esnaf, karker jî kir. Her çend rêjeya welatiyan li kolan û derve kêm bûbe jî dîsa esnafên bazaran dezgehên xwe vedikin û fêkî û sebze difiroşin. Li Bazara Gel a Sihhiye ya Enqereyê esnafan diyar kirin ku ger 4 rojan kar nekin dê birçî bimînin û rojane kar dikin.    Vîrûsa corona (Covît 19 li cîhanê û Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe. Hem hêjmara kesên vîrûs gihiştiye xwîna wan zêde dibin hem jî kesên bi virûsê dimirin zêde dibin. Li Tirkiyeyê heta niha li gorî daxuyaniyên wezîr 21 kes bi vîrûsê mirin û 947 kes jî bi vîrûsê ketine. Li gel xizmetkarên tenduristiyê û pispor dixwazin welatî ji malên xwe dernekevin û neçin cihê komî jî dîsa gelek welatî neçar dimînin biçin ser kar û di nava rojê de kar bikin. Yek ji van kesên di nava rojê de kar dikin û bi mirovan re dikevin nava temasê esnafên bazarê ne. Li Enqereyê jî esnafên bazarê li gel rîska zêde dîsa diçin kolanan û dezgehên xwe vedikin. Niha li Enqereyê kolan vala bûne, lê esnafên bazarê li ser kar in. Li Parka Abdî Îpekçî ya Enqereyê, dîsa dengê wan berz dibe û guh nadin vîrusê. Esnafên Bazara Gel a Sihhiye rojên çarşem û pencşemê dezgehên xwe datînin û dîsa karê xwe berdewam dikin.    Bazar her çend li gorî kolanên nêzî Kizilayê bi tevger be jî lê disa hêjmara kiryaran kêm bûye. Bazara gel ku bêtir nêzî malên xwendekarên zaningehê ye, her hefte girseya li bazarê zêde ye. Esnafên bazarê diyar kirin ku neçarin kar bikin û eger kar nekin dê birçî bimînin.    Esnafên bazarê bi derfetên xwe tedbîrên xwe digirin. Bê navber destê xwe dişon û dezgehên xwe dezenfekte dikin. Esnaf ji derdê vîrûsê zêdetir ketine derdê debarê.    Ji esnafên bazarê Tezi Tunç, diyar kir ku ew ji neçari kar dike û eger kar neke dê birçî bimîne û wiha got: "Em dizanin tenduristiya me di talukeyê de ye. Lê em kar nekin jî dîsa tenduristiya me di talûkeyê de ye. Herdu alî jî ji bo me talûke ne. Yên dewlemend karê wan li vir tune. Bi telefonekê daxwazên wan diçin mala wan. Yên ku mafê wan tên xwarin û neheqî li wan tên kirin her dem yên xizan û bindest in."    Esnaf Ahmet Gokmen, diyar kir ku ji zarokantiya xwe heta niha esnafê bazarê ye û wiha got: "Mirov niha pîvaz, kartol û zexîreyên din li malê depo dike. Lê heta kengî wê wisa bidome. Belkî niha kirîn û firotin zêde ye. Lê ev heta kengî wê biçe?"    ‘3 ROJIN HÊJ MIN SIFTEH NEKIRIYE'   Gokmen, anî ziman ku li bazarê tenê dezgehên sexîre, zexîre difiroşin. Binerin li bazarê dezgehên din tiştek lê nayê firotin. Yên li vir cil û berg difirotin hebûn. 2 rojan tiştek nefirotin. Piştre dezgehên xwe kom kirin û çûn. "  Dîsa esnaf Ozam ê dike qêrîn û dibêje "Li vir panzehira vîrûsê pirasa ye. Pirasa heye pirasa!" û balê dikeşîne ser xwe. Ozan anî ziman ku hemû sazî, dibistan tev vala bûn û anî ziman ku bandora vê vîrûsê pir zêde ye.  Esnaf Yaşar jî anî ziman ku di bin balgîyan de pereyên wan tune û ji ber ve yekê neçar in bên dezgehên xwe vekin. Yaşar, anî ziman ku esnaf 4 rojan kar nekin dê ji birçîna bimirin."    MA / Eylul Denîz Yaşar