Esker li Çewlikê derketin operasyonê 2020-03-22 13:16:36   ÇEWLÎK - Esker li gund û gundikê Şirman ê Navçeya Azaxpêrtê ya Çewlikê derketin operasyonê.    Esker li gund û gundikên Şîrman ê Navçeya Azaxpêrtê ya Çewlikê dest bi operasyonê kirin. Elîkopteran esker kişandin gund. Eskerên ji elîkopteran daketin, dora gund dorpêç kirin. Eskeran li herêmê dest bi operasyonê kir û operasyon li gundikên derdorê jî belav bûn. Hat diyar kirin ku ji ber operasyonê welatiyên gund ketin nava fikaran.