Li Tirkiyê hejmara miriyên vûrûsê derket 30 kesî 2020-03-22 22:28:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên vîrûsa koronayê yên îro bi raya giştî re parve kir û got 9 kesên din jiyana xwe ji dest dane, hejmara miriyan gihîştiye 30 kesî û vîrûs li hezar û 256 kesî geriyaye.    Li Tirkiyê vîrûsa koronayê (Kovid-19) berbelavtir dibe û her roj encam girantir bi xwe re tîne. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên tespîtên vîrûsa koronayê yên îro li ser hesabê xwe yê twîtterê bi raya giştî re parve kir.    Twîtên Koca parve kir wiha ne: “Canên nû jiyana xwe ji dest didin. Hejmara bûyeran (vakayan) zêde dibe. Lê divê neyê jibîrkirin ku em gelek testan dikin. Di her nexweşê em hildidin bin dermankirinê de em pêşî li şewbê digirin. Îro 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Teşhîsên nû hene. Em li malên xwe bimînin. Em xwe nexin bin talûkeyê. Jiyan di malê de tê bicihkirin.    HEJMARA MIRIYAN GIHÎŞT 30 KESΠ   Heta îro bi giştî 20.345 test hatin kirin. 1.256 teşhîs hatine dayîn. Hemû extiyar in. 30 nexweşên me jiyana xwe ji dest dan. Dema nexweşîn li welatê me tune bû me digot ‘tune ye.’ Niha jî roj bi roj em rewşê eşkere dikin. Em bi zelaliya xwe we vedixwînin ku hûn tevdîran bigirin. Em tevdîrên xwe bigirin. Wê ev welat li ber vê gefê têk nece.”