Qeyûm tayînî şaredariya Êlih, Farqîn, Licê û Erxenî hatin kirin 2020-03-23 08:13:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser fermana Wezareta Karê Hundir, qeyûm tayînî Şaredariya Êlih, Farîn, Licê û Erxenî hatin kirin. Hevşaredar ji wezîfeyê girtin hatin binçavkirin. Avahiya şaredariyan jî di dorpêça polîsan de ne.    Li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şaredariyên di bin rêveberiya HDP’ê yên Êlih, Farqîn, Licê û Erxenî hatin kirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredarên HDP’yî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Avahiyên van şaredariya ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahiyên şaredariyan.    JI 65 ŞAREDARIYA QEYÛM TAYÎNÎ 36 ŞAREDARIYAN HATIN KIRIN    HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 3 bajarên mezin, 5 bajêr, 45 navçe û 12 bajarokan qezenc kiribû. Beriya niha jî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, Şaredariya Colemêrgê, 29 navçe û 3 bajarokan hatibûn kirin.