ROJEVA 23'YÊ ADARA 2020'AN 2020-03-23 09:00:56 * Melek Ozdemîr a 37 salî, li Deriyê Çiyê 25 sal in tuzikê difiroşe. Ozdemîr diyar kır ku piştî şewba vîrûsa corona cureyên gîha û nebatan zêdetir tên firotin.  * Şewba vîrûsa corona li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Herî zêde girtî û kesên nexweş di koma rîskê de ne. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girava Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya bilind di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan.   * Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê mafê axaftina bi telefonê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were nasîn.    * Seroka Şaxa 4'emîn a Haber Sen a Stenbolê Gulseren Gungordu, bal kişand ser rîska xebatkarên PTT'ê û wiha got: "Li şaxên PTT'ê bi qasî tê xwestin li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin. Her roj bi sedan kes kargoyan dibin û tînn û ji ber vê yekê hem vîrûsê digirin û hem jî belav dikin.   * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bal kişand ser nexweşiyên fîzîkî, biyolojîk û civakî û diyar kir ku sedema van nexweşiyan modernîteya kapîtalîst a bûye cinawir levîathanekî modern. Ocalan, li dijî berhemên nexweşiyên modernîteya kapîlatîst, pergala modernîteya demokratîk û civakî pêşniyar dike.    * Li Sûka Kemeralti ya Îzmîrê ji ber vîrûsa koronayê gelek esnaf neçar man derabeyên xwe bigirin. Esnafên dikanên wan hêj vekirîne jî gotin: “Heke em nexebitin wê kî heqê kirê, ceryan û ava me bide.”   * Li Amedê hat angaştkirin ku polîsan ewil Tarik Akan (36) ê diçû mala xwe desteser kiriye û pişt re jî wî birine cihek bi bêdeng û sîxûriyê lê ferz kirine, lê dane û dest danîne ser pereyên wî.    * Esnafên biçûk pakêta “Mertalê Îstîkrarê ya Aboriyê” ya hikumetê li dijî vîrûsa koronayê eşkere kir nirxandin û gotin: “Pakêt ji bo şirketên mezin hatiye derxistin.”    * Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku mesafeya izolasyona civakî ya li dijî vîrûsa koronayê hat destpêkirin divê ji bo karkeran jî bikeve meriyete û divê tedbîr bi awayên pêşî li windakirina maf werin girtin pêk were.    * Aborînas Ozgur Muftugolû diyar kir ku vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê krîza aborî kûrtir kiriye û li Tirkiyê jî hikumetê li şûna berjwendiyên civakî lê têkildarî berjwendiya sermayê tevdîran girtiye.    * Serokê Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan bal kişand ser talûkeya vîrûsa koronayê ya li ser penaberan û got divê ji bo penaberan tevdîrên pêwîst werin girtin, heke ev pêk neyê dê encamek xerab bi xwe re bîne.    * Pêşketinên têkildarî vîrûsa korona (Kovîd-19) yên li Tirkiyê û cîhanê dê bên şopandin.    * Pêşketinên tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP'ê wê bên şopandin.   * Şaxa Egîtîm Sena Wanê, ji ber şewba vîrûsa korona wê derbarê pirsgirêkên di qada perwerdê de tên jiyîn û pêşnarên çareseriyê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)