Tuzik li ser ava yeKî nexweş e bela ye 2020-03-23 09:09:31 AMED - Melek Ozdemîr a 37 salî, li Deriyê Çiyê 25 sal in tuzikê difiroşe. Ozdemîr diyar kır ku piştî şewba vîrûsa korona cureyên gîha û nebatan zêdetir tên firotin.  Di rojên ku şewba vîrûsa corona li Tirkiye û hemû cîhanê belav dibe de, eleqeya li hemberî giha û nebatên xwezayî zêde dibe. Di demsala biharê de ribêz, xecîcok, tolik, qinêber, strîzerk, ficêla, mendik, guwirêz, sîrik, soryaz, xerdel û gelek gihayên biharê xwarinên gundiyan ên biharê ne. Gundiyan bi hezar salan ev gîha xwarine û xwe ji nexweşiyan parastine. Niha jî li cem gelek etaran gelek cureyên van nebat û gihan tên firotin. Yek ji nebatên ku rastî eleqeyek zêde tê jî tûzik a ber çeman e. Navê tûzikê di lîteratûra botanîkê de bi latînî Nasturtîum offîcînale ye. Ev nebat li her deverên bi av ango şilî şîn dibe. Ev giha di demsaba biharê de çar aliyê axa Kurdistanê tê dîtin. Bi taybetî li seranserî çemê Dîcle, Firat, Zagros, Zê, Xabûr û gelek rûbarên din zêde tê dîtin. Bi hezaran salan wargehên ku li ber av û çeman hatine avakirin bi van cureyên şînatî û jiyana xwe berdewam kirine. Wekî ku zanist jî vê yekê tînin ziman di neolîtîkê de jî mirovatî bi daneheva cureyên nebatan û bi nêçîrê xwarina xwe pêkanîne. Di çand û folklora gelên herêmê de jî xuya dike ku nebatekî sereke ye.    Di çarikek stranên gelêrî ya  "Tuzik li ser ava ye  Av li binya mala ye Kî nexweş e belayê Tuzik dermanê dila ye"  de girîngiya wê ya civakî tîne ziman.    Her çiqas ku av li binya mala nema be û hemû bubin bendav jî li deverên mayî hê jî tûzik derman e. Di  nav civakê de rola daneheva nebatan jî jin bixwe dike û jin wekî bijîşkên xwezayî tên bi navkirin (Eveleyn Reed, Peresîna Jinan).   ‘ELEQEYA TUZIKÊ ZÊDE YE'   Îro gel ji gundan berê xwe dabe bajaran jî çavê wan li jiyan û çanda gund e. Gundiyên li bajar bi cih bûbin dîsa çanda gundan jîn dikin. Di rojên dawî de piştî vîrusa corona belav bû, welatî berê xwe didin dermanên xwezayî. Welatiyên Amedî zêdetir berê xwedidin nebat û şînahiyên xecîcok, xerdel, sîrik, pîvazê şîn, mendik, tolik, tuzik û her wekî din. Dayika 37 salî Melek Ozdemîr a 25 sal in li Deriyê Çiyê tûzikê difiroşe, diyar kir ku piştî şewba vîrûsa corona belav bû eleqeya li hemberî tûzikê zêdetir bûye. Ozdemîr a ji navçeya Pîranê ye, dayîka 6 zarokan e û 5 sal berê wê û hevjînê xwe 5dest ji hev berdanin. Ozdemîr, hem debara malê dike û hem zarokan xwedî dike. Melek Ozdemîr, ku li gel kurê xwe li Derê çiyê tûzikê difiroşe wiha got: "25 sal in tûzîk û nebatan difiroşim. Ji şeveqê ji Pîranê derbasî Hazroyê dibim. Li gel zarokên xwe li ber avê pincarê wekî tuzik, xerdel, gurîz, tolikê kom dikim. Heta saet 1’ê nîvroyê pincar kom dikim û tînim li Derê Çiyê û Balikçilara difiroşin.”   ‘BI TECRÛBEYÊN XWE DIBÊJIM: TUZIK DERMAN E’   Ozdemîr ji ber bi salan e pinçar kom dike û difiroşe, êdî bûye hekîmê nebatan û dizane kijan ji bo çi şîfa ye. Ozdemîr, li ser fêdeyê tûzikê axivî û got: “Tuzik ji tansiyon, nexweşiya şekir û ji rûviyên mirovan re pir baş e. Kesên ku ji bêrê ve van çeşîdên şînatiyan nas dikin bê pirs bi kîloyan dikirin lê nifşên ku nasnakin jî ji min pirs dikin û dibên ma ji bo tenduristiyê baş e? Ez jî bi tecrûbeyên xwe qala tuzik, mendik, gûriz, xerdel û tolikê dikim.”   ‘FIROTIN ZÊDE BÛ'   Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî şewba vîrûsa corona belav bû tuzik, tolik, gurîz û cureyên nebatan zêdetir tên firotin û bi dawî kir: "Berê jî dema ku min tuzik difirot xelkê dikirî, lê niha di van rojên dawiyê de her çiqas ku zêde tu kes dernekeve derve û kesên derkevin tên tuzikê dikirin. Beriya şewbê min rojê  70-80 tl qezenç dikir; niha 100- 120 tl qezenç dikim. Lê dîsa nevîyê pere li heqê rêya min diçe. Bi zorê debara malê dikim."    Di aliyê zanistî de jî tûzik ji aliye Calsiyom (kalsîyûm) û vîtamîna K’yê ve ji bo hestiyên qels pir girîng e.    MA / Bêrîvan Kayî