Parazvanên mafên mirovan: "Bila bi lez Girtîgeha Îmraliyê vala bikin 2020-03-23 09:13:51 STENBOL - Şewba vîrûsa corona li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Herî zêde girtî û kesên nexweş di koma rîskê de ne. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girava Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya bilind di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan.  Şewba kurevî vîrûsa corona (Covît-19) her roj qat bi qat tora xwe li cîhanê û Tirkiyeyê belav dike. Her rojê hêjmara kesên bi nexweşiya şewba vîrûsê dikeve duqat zêde dibin. Li Tirkiyeyê hêjmara nexweşan bi lez belavdibe. Herî zêde girtiyên nexweş û temenê wan mezin di koma rîskê dene. Li Girtîgeha Îmraliyê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş di şertên tecrîdê de girtî ne û fikara malbat û parazvanên mirovan zêde dibe. Ji ber vê yekê fikarên malbat û parazvanên mafên mirovan zêde dibin. Her çend wezareta Dadê diyar kir ku tedbîr girtine jî, girtî diyar dikin ku heta niha ji bo wan tu tedbîr nehatiye girtin. Dîsa heta niha Wezîrê Dadê têkildarî rewşa Girtîgeha Îmraliyê tu daxuyanî nedaye. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girava Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya bilind di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan.    OCALAN DI KOMA RÎSKÊ DE EY   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber ku 21 salin di şertê tecrîdê yên giran de dimîne fikarên li dijî tenduristiya Ocalan zêde dibin. Rêveberê Şaxa Sendikaya Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Anadolu ya Stenbolê Erdal Guzel, Parêzerê Hiqûqa Ceza Ercan Kanar û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bal kişand ser şertên fîzîkî, civakî û hiqûqê yên Girtîgeha Îmraliyê.    ‘GIRTÎGEH CIHÊ TIRSÊ NE'   Rêveberê Şaxa Sendikaya Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Anadolu ya Stenbolê Erdal Guzel, diyar kir ku Tirkiye li dijî vîrûsa corona ne amade ye û wiha got: "Kêmasiyên mezin pêş ketin. Di şertên heyî de nexweşxane vê şewbê bêtir belav dikin. Niha li girtîgehan ji ber şertên heyî bêtir hembêzê ji vîrûsa corona re vedike. Ji ber vê yek ji vihê bi rîsk girtîgeh in."    'DIVÊ DER BARÊ REWŞA ÎMRALIYÊ DE AGAHÎ BIDIN'    Guzel xwest der barê hemû girtîgehan û girtîgeha Îmraliyê de civakê agahdar bikin û wiha axivî: "Divê der barê hemû girtîgehan de agahiyan bidin. Dîsa der barê Îmraliyê de jî divê civakê agahdar bikin. Îmralî pir girîng e. Ji ber ku Ocalan ê aştiya civakê temsîl dike li Îmraliyê girtî ye. Ocalan hem ji ber temenê xwe û hem jî ji ber şert û mercên girtîgehê di koma rîskê de ye. Divê heyetek serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê û lêkolîn bike. Dîsa divê deriyê girtîgehan bê vekirin û girtî serbest bêne berdan. Vîrûsa corona bi piştevanî û aştiya civakî mirov dikare derbas bike."    NIHA ŞERTÊN VÎRÛSÊ TÊK BIBIN TUNE YE   Parêzerê Hiqûqa Ceza Ercan Kanar jî xwest bêyî cudakariye têxe nava girtiyan û Îmralî jî di navde hemû girtî û hikumxwar bên berdan. Kanar, anî ziman ku mafê herî bingehîn mafê jiyanê ye û wiha got: "Girtî di bin talûkeyek memezin de dijîn. Ez ji destpêkê de efuya giştî diparêzim. Niha mafê jiyanê di bin talûkeyek gelek mezin de ye. Îmralî jî di navde li hemû girtîgehan tiştek nikare girtiyan ji vîrûsa corona biparêze."    LI ÎMRALIYÊ RÊBERÊ GELEKÎ HEYE'   Kanar, da zanîn ku li Îmraliyê rewşek taybet heye û wiha lê zêde kir. “Li Îmraliyê Ocalan ê ku bi milyonan mirovan got 'Ocalan vina min e' heye. Ji ber vê yekê bi taybetî di vê pêvajoyê de aştî ji ber demê bêtir lazim e. Di vê pêvajoya ku mafê jiyanê yê hemû mrovan di talûkeyê de ye, pêdivî ji aştiya civakî heye. Ji ber vê yekê divê di serî de Birêz Ocalan û hemû girtî serbest bêne berdan. Ger ku vîrûs derbasî Îmraliyê bibe dê kaosek civakî pêş ikeve. Ev bi xwe dê rewşê bêtir giran bike. Berê jî civak ji ber fikarên tenduristiya Ocalan derketin qadan û çalakî li dar xistin. Ji ber vê yekê divê ji niha de gav bên avêtin."    'DIVÊ WEZARETA DADÊ AGAHIYÊN ZELAL BIDE'    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman ku bi giştî rewşa girtîgehan di koma rîskê de ye û wiha got: "Divê berî her tiştî girîngiyê bidin paqijiyê. Li girtîgehan bi komî dijîn. Niha li Îmraliyê tecrîd heye û em agahiyê ji girtiyan nagirin. Têkildarî vê mijarê Wezareta Dadê tu agahî û daxuyanî nedane. Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku erka xwe pêk bîne û raya giştî rast agahdar bike. Ji bo her kesî mafê jiyanê mafê bingehîn e. Di serî de li Îmraliyê divê li hemû girtîgehan mafê jiyanê yên girtiyan bê parastin. Li Îmraliyê û hemû girtîgehan mafên girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku şewba vîrûsa corona mirovan dikuje. Heta niha dermanê wê jî nehatiye dîtin. Şewbeyek pir bi talûke ye. Ger ku di rîskê de mirin hebe divê li reng û ruyê girtiyan neyê nerîn û hemû girti serbest bêne berdan. Divê berî her tiştî mafê jiyanê bê parastin. Divê Girtîgeha Îmraliyê bê valakirin. Divê tenê bi çavê girtiyekî li Ocalan nenerin. Li ser civakê rol û bandorek wî ya mezin heye. Eger ku vîrûsa corona bigêje Îmraliyê dê encama wê pir xerab be. Hem di aliyê aramiya civakê de hem jî di aliyê tenduristiyê de dê encamên pir xerab bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê fikarên der barê Îmraliyê de fikarên mirovî ne. Dîsa Ocalan ji ber temenê xwe di koma rîskê de ye. Ji ber vê yekê divê bi lez Îmraliyê vala bikin."    MA / Semra Turan