Ocalan: Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e 2020-03-23 09:19:02 AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bal kişand ser nexweşiyên fîzîkî, biyolojîk û civakî û diyar kir ku sedema van nexweşiyan modernîteya kapîtalîst a bûye cinawir levîathanekî modern. Ocalan, li dijî berhemên nexweşiyên modernîteya kapîlatîst, pergala modernîteya demokratîk û civakî pêşniyar dike.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya dawî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku li Îmraliyê nivîsandiye balê dikişîne ser nexwişên fizîkî, biyolojîk û civakî ku niha pêş dikevin. Ocalan di beşa "Neteweya Demokratîk û Jiyana Civakî" ya parêznameyê de li ser nexweşiyên pergala Modernîteya Kapîtalîst radiweste û wiha dibêje: "Di pêvajoya netewebûyîna demokratîk de, di jiyana civakî de veguherînên girîng çêdibin. Jiyana ji rêûresmê ya di modernîteya kapîtalîst de wê gelekî biguhere. Di civaka berê de wê guhertinên gelekî radîkal bibin. Modernîte bi maneya xwe ya peyvê jî herî zêde di jiyana civakî de xwe dide hiskirin. Beşekî mezin ê guhertinan der barê modeyê de ne, û şiklî ne. Kategoriyên bingehîn ên şaristaniyê hebûna xwe dewam dikin. Pêşketin û veguherîna bajar, çîn û dewletê di warê naverokê de nîne. Di hersê kategoriyan de nepxeke mezin çêdibe. Avahiya civakê ya bi bajar, bi çîn û bi dewletê bi sîstema danehevê ya kapîtalîst bi şêweyekî kansêrwarî mezin dibe. Tevî ku sîstema şaristaniyê ya berê avahiyeke wê ya timûtim rê li ber pêxîrtengiyan veke hebe jî di wê astê de nîne ku bi van nakokiyan bi tevahî civakê bixe tehlûkeyê, wê ji hev de bixe û rê li ber şaneyên kansêrwarî veke. Şêwazê danehevê yê kapîtalîzmê, li gorî xwezaya xwe ji bo karibe bixebite mezinbûna civakî vediguherîne şêwazekî kansêrwarî. Eger roja îro em hem şahidên megapolên şêniyên wan ji bîst mîlyonî bihurî, desthilatdariya dewleta netewe ya xwe berdaye nava mûrehkên civakê û çînîbûna li pey civakeke homojen a monoton in, û bi ser de jî weke meyleke serdest a jiyana civakî, em vê normal dibînin, ev tê wê maneyê em bi nexweşiya kansêra civakî ketine.    'DINYA DÊ NIKARIBE RAKE'   Ocalan balê dikişîne ser talûkeyên li pêşiya dunyayê û wiha berdewam dike: "Tevahiya nîşaneyên zanistî îspat dikin ku dinya me, hawîrdora me û civaka me, mezinbûna bi vê lezê diçe, wê nikaribin rakin. Di vê rewşê de mirov nikare behsa civakeke dijî bike, mirov dikare behsa cinawirekî bike ku çi tê pêşiyê nahêle, dadiqurtîne. Di civaka berê de Levîathan bi tenê desthilatdariya dewletê îfade dikir, lê modernîteya kapîtalîst bi xwe roja me ya îro veguheriye cinawirekî bi tevahî ruhber û zindiyên li dinya me diqedîne, tine dike. Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e, Levîathanekî modern e."    'TIP ÇIQAS BÊ PÊŞXISTIN JÎ NIKARE NEXWEŞIYÊN WEKÎ FIRÊSÊ BELAV BÛNE RAWESTÎNE'    Ocalan destnîşan dike ku tip bi serê xwe nikare rê li pêş nexweşiyan bigire û wiha hişyar dike: "Tib çiqasî were bipêşxistin bila were bipêşxistin, nikare nexweşiyên di nava civakê de mîna firêzê belav dibin, rawestîne. Pêşketina tibbê bi xwe îspat dike ku bi awayekî diyalektîkî nexweşî jî çiqasî pêş ketine. Sîstema kapîtalîst bi xwe nevrotîk û kansêrolojîk e, lewma mirov dikare jê li bendê be ku ferdên civakê bi van nexweşiyên bi vî rengî bixeriqîne. Milletperestî, dînperestî, desthilatperestî û cinsperestî hem weke sazî hem jî weke ferdî genên zêhnî û hestî yên kapîtalîzmê ne ku timî nexweşiyê belav dikin. Nexweşiyên fizîkî yên zêde dibin nîşaneya nexweşiyên zêhnî û derûnî ne, û ev encamên xwezayî yên wê civakê ne ku ji hev belav dibe û ji hev de dikeve."