Polîsan ewilî ew desteser kir û pişt re pereyê wî dizîn 2020-03-23 09:20:19 AMED – Li Amedê hat angaştkirin ku polîsan ewil Tarik Akan (36) ê diçû mala xwe desteser kiriye û pişt re jî wî birine cihek bi bêdeng û sîxûriyê lê ferz kirine, lê dane û dest danîne ser pereyên wî.    Li Amedê binpêkirina mafên mirovan li ser hev pêk tê. Li Amedê hefteya bihûrî welatiyê bi navê Tarik Akan (36) dema diçû mala xwe polîsan pêşiya wî girt. Hat angaştkirin ku polîsan Akan desteser kiriye û birine cihek bêdeng û sîxûriyê lê ferz kirine. Akan daxwaza polîsan qebûl nekiriye, li ser vê yekê lê dane û pereye li ser jê sitendine.    ‘SÎXÛRIYÊ LI MIN FERZ KIRIN’    Akan behsa tiştên hatine serê wî kir û got: “Polîsan min bi darê zorê birin cihek bêdeng. Sîxûriyê li min ferz kirin. Gotin ‘divê tu bi me re bixebitî.’ Min qebûl nekir. Heqaret li min kirin. Pereyê di berîka min de derxistin û xistin destê xwe û gotin ‘tu bi me re bixebitî em ê 8 qatê vî pereyî bidin te.’ Min jî got temam. Pişt re min hembêz kirin û lêborîna xwe xwestin. Ji min re gotin ‘ne hewceyî vî tiştî bû.’ Her tiştê ji min pirs kirin min ji tirsa erê kir. Paşê nîvê şevê bi ereyê min birin danîn mala min.”   Tarik Akan dotira rojê çû Qereqaola Polîsan a Yenîşehîrê û giliyê polîsên wî revandine kir. Akan got wî ji dozgeriyê re gotiye heke wan kesan nîşanî bidin dê wan nas bike.    ‘QEY MIROV DIGOT MIWEKÎLÊ MIN SÛCDAR E’    Parêzerê Akan, Ferhat Kilinç diyar kir ku li qereqolê mîna ku miwekîlê wî gumanbar be îfadeyê wî girtine û ji ber lêdana polîsan ber çavê miwekîlî wî reş û şîn bûbûn. Kilinç anî ziman ku miwekîlê wî hatiye arastekirin û got: “Qey mirov digot ê sûc kiriye miwekilê min e. Me wesayîta digotin di qeydan de nîne tespit kir. Wesayît di keydan de heye. Em dixwazin demildest delîlan berhev bikin. Ez daxwaz dikin ku gumanbaran kêiyek beriya kêliyêkê derxin pêşberî edaletê.”