Işik: Pêwîste ji bo Ocalan mafê hevdîtina telefonê were nasîn 2020-03-23 09:23:58 WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê mafê axaftina bi telefonê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were nasîn.  Ji ber vîrûsa koronayê ya li Tirkiyê belav dibe metirsî zêde dibin ku ev vîrûs li girtîgehan jî belav bibe. Ji ber vîrûsê malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gele kurd ji bo rewşa li Girtîgeha Îmraliyê di nava fikaran de ye.    Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik ê ku bere parêzerê Ocalan bû diyar kir ku pêwîste mafê ragihandinê ango telefonê yên girtiyên li Îmraliyê were nasîn. Işik anî ziman ku bi vê berbelavbûna vîrûsê re fikara gelê kurd zêde bûye û got: “Ez di serdemek wiha de nenasîna mafê hevdîtinê û berdewamkirina tecrîdê wek konsepta şer dibînim. Îqtîdar vê yekê bi zanebûn dike. Çimkî dizane dem abi birêz Ocalan re hevdîtin pêk werin dê îqtîdara wan hilweşe. Ji ber vê yekê jî konsepta şer di dewrê de ye. Mekanîka darbeye dinamik e. NexwAê wê hevdîtin were kirin. Wê ev rewş fatûreya sosyoekonomik giran bike û wê tu encamek baş bi xwe reyne.”    ‘DIVÊ DEMILDEST JI BO OCALAN MAFÊ HEVDÎTINA TELEFONÊ WERE NASÎN’    Işik destnîşan kir ku ji bo Ocalan û girtiyên li cem wî jî divê mafê hevdîtina bi rêya telefonê were nasîn û got: “Em dibinin ku îqtîdar ji rêzê nêzî birêz Ocalan dibe. Astengiya hevdîtinê ya li gel birêz Ocalan pirsgirêka kurd kûrtir dike. Pirsgirêka kurd tê wateya pirsgirêka hiqûq û demokrasiya li welat. Di bin hemû pirsgirêkên li Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Mafê hevdîtina telefonê ya ji bo girtiyên ku ji ber vîrûsê hefteyê derxistine du caran, divê ji bo birêz Ocalan û girtiyên li cem wî jî ev maf were nasîn.”    MA / Cemîl Ûgûr