Ji Çînê kîtên ku vîrûsê zû tespit dikin anîn 2020-03-23 09:52:53   STENBOL – Beşa yekemîn a 2 milyon kîtên ku di 15 deqeyan de vîrûsa koronayê tespît dikin, ji Çînê hatin Tirkiyeyê.   Tirkiye bi armanca têkoşîna bi vîrusa koronayê ku li Cîhanê berbelav dibe re ji Çînê kîtên ku vîrûsê zû tespit dikin kirî û beşa wan a yekemîn anî. Bi van kîtan di nav 15 deqeyan de dikare vîrus bê tespîtkirin.  Kîtên ku îro saet di 04.0’an de hatin Balefirgeha Ataturkê derbasî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê ya Dr. Sadî Konûk kirin.    Hat hînbûn ku 2 milyon kîtên ku hatine kirin dê tevan jî bînin Tirkiyeyê.